Li Îstanbulê sinordarkirina derketina derve
May 16, 2020 11:50 Asia/Tehran
Li Îstanbulê sinordarkirina derketina derve hat sepandin.
Li gorî rapora malpera TRT Nûçeyê, Li Îstanbulê derketin hat sînordarkirin, lê karker dîsa şixulîn. Xebatkarên parkan û karkerên din xebatên xwe didomînin. Derketina derve hat sînordarkirin, bi milyonan meriv ketin xaniyan, kolan û meydan vala bûn.
Lê di vê sînordarkirinê de jî hin kes li ser kar in. Ji bo projeyên mezin nîvco nemînin û di wextê de werin teslîmkirin xebata wan nehat rawestandin. Bona vê yekê jî karkerên înşeatan li ser şixulê xwe bûn.