YE’yê xebatên Kolandinê yên Tirkiyê li Qubrisê şermezar kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315861-ye’yê_xebatên_kolandinê_yên_tirkiyê_li_qubrisê_şermezar_kir
YE’yê duh tevgerên Tirkiyê li peravên Qubrisê di çarçoveya gera ji bo gazê, şermezar kir û banga rêzgirtina serweriya Qubirsê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 16, 2020 11:36 Asia/Tehran
  • YE’yê xebatên Kolandinê yên Tirkiyê li Qubrisê şermezar kir

YE’yê duh tevgerên Tirkiyê li peravên Qubrisê di çarçoveya gera ji bo gazê, şermezar kir û banga rêzgirtina serweriya Qubirsê kir.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya ajansa nûçeyan Hawar Newsê, 27 dewletên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) bang li dewleta Tirkiyê kir ku kolandinên gera ji bo gazê û petrolê li peravên Qubrisê, bisekinîne. Ji ber ku ew dikeve nava herêma aborî ya Qubrisê ku endamê YE’yê ye.

Di demeke berê ya îsal de YE’yê pereyên du welatiyên ji Tirkiyê ku tev li kolandinê bûne dan blokekirin û derfet neda wan ku derbasî xaka wan bibe, lê Enqere ji kiryarên xwe venekişî.

Wezîrên karên derve yên 27 dewletên endamên YE’yê bi daxuyanyiyeke hevbeş ragihandin :"Em lêborînê dixwazin, ji ber dewleta Tirkiyê bersiva tu bangên YE’yê ji bo sekinandina van xebatan, neda."

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: "Em banga xwe dûbare dikin heta ku Tirkiyê dev ji tevgerên bi vî awayî berde û rêzdariyê bide serweriya Qubrisê û mafên wê yên desthilatê."

Wezîrên Yekitiya Ewropayê  xebatên Qubrisê ji bo lihevkirina derbarê vê nakokiyê de pîroz kirin û piştrast kir ku zêdebûna van tevgerên Tirkiyê yê dawîn ber bi aliyê şaş ve diçe.

Keştiyeke Tirkiyê " Yavuz " li beramberî perava Qubrisê ji destpêka meha Nîsanê ve kolandinê pêk tîne. Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Fatih Donmaz roja Pênşemiyê ragihand ku xebatêkolandinê dê neyê sekinandin.