HDP: Danîna Qeyûman xesbkirina vîna gel e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315838-hdp_danîna_qeyûman_xesbkirina_vîna_gel_e
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mithat Sancar, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman li 5 şaredariyên HDP'ê da û wiha got: “Plana Îqtîdarê ya darbeyê didome. Şaredarî hedefa wan a ewil û herî girîng e. "
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 15, 2020 12:35 Asia/Tehran
  • HDP: Danîna Qeyûman xesbkirina vîna gel e

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mithat Sancar, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman li 5 şaredariyên HDP'ê da û wiha got: “Plana Îqtîdarê ya darbeyê didome. Şaredarî hedefa wan a ewil û herî girîng e. "

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar, piştî Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê yên Sêrt, Îdir, Hawêl, Misirc û Vartînîsê kir, li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Sancar bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û wiha got: “Qeyûm qesbkirina vîna gel e. Dîsa qesba ked û xwarina hemû mirovên xizan e. Ez bang li hemû kedkar, kesên xizan ê ked û xwarina wan tê xezbkirin dikim, kesên xwedî rûmet û rêxistinên kedê dikim. Li dijî tayînkirina qeyûman têkoşîna demokratîk bilind bikin. Derketina li dijî qeyûman, derketina li dijî şer e. Redkirina polîtîkayên qeyûman redkirina şer û qepsa ked, vînê ye. Redkirina xizanî, talankirin û wêrankirinê ye. Parastina aştî û demokrasiyê ye."

 

 ÎQTÎDAR DIJMINÊ KURDAN E 

Sancar, anî ziman ku ev îqtîdar rejîma darbeyan e û wiha lê zêde kir: "Ev îqtîdar rejîma darbeyan e. Berhemê darbeyan e. Îqtîdara darbeyan e. Darbekar û dijminê demokrasiyê ye. Dijminê vîna gel e. Dijminê gelê Kurd e. Gelê Kurd dizane ku li vîna xwe û rûmeta xwe xwedî derkeve. Bi salan e tu hêz û êrîşan nekarîbû vîna gelê Kurt têk bibe. Dê  ji niha û şûnde jî nikaribe têk bibe. Em serî û çongê natewînin. Em têk naçin. Em ê bi biryarê têkoşîna xwe bilind bikin."

 

 ÎQTÎDAR DIJMINÊ GEL Û TENDURISTIYA GEL E 

Sancar, destnîşan kir ku îqtîdar dijminê gel û tenduristiya gel e û wiha berdewam kir: "Ji destpêka tayînkirina qeyûman heta niha em cemaweriyê hişyar dikin. Eger hûn tenê wekî pirsgirêka HDP’ê û gelê Kurd bibînin, hûnê xwe bixapînin. Ji ber vê yekê em bi hevre li dijî xesbkirina şaredariyan dengê xwe bilind bikin. Ger ku roja ewil me bi hevre li dijî vê neheqî û xezbkirinê dengê xwe bilind kiribûya wisa nedibû. Em rastî dîmenek wisa nedihatin. Em li dijî polîtîkayên ku vîna gel tune  dihesibîne û dijminantiya Kurdan dikin li ser piyan in. Em bi biryar in hemû çalakiyên demokratîk pêk bînin. Tayînkirina qeyûman dê têkoşîna me bêtir zêde bike. Hemû cîhan dizane ku HDP li dijî zext û tundiyê serî natewîne. Gelê Kurd ji zextan natirse. Werin em bi hevre li dijî van zext û tundiyê rawestin."   

 

Sancar, diyar kir ku îqtîdar bi reya qeyûm ji bêrîka gel û malên gel , xwarin û keda xizanan qezb dike û wiha pêde çû: "Ji ber vê yekê tayînkirina qeyûm xezbkirina vînê ye. Xezbkirina qût û zexîrê xizanan e. Divê hemû kesên dixwazin ked, qût û nirxên xwe biparêzin bibin yek û li dijî vê xezbkirinê dengê xwe bilind bikin û têbikoşin. Divê hemû kesên aştî û demokrasiyê dixwazin li dijî vê yekê derkevin." Li vi welatî aştî, demokrasî û azadî tenê dikare bi HDP'ê pêş bikeve. Bi têkoşina gelê Kurd a bi biryar dê pêş bikeve. Bi xwedîderketina hêzên demokratîk pêkan e. Em di 35 salên dawî de dibînin ku yên dijminantiya gelê Kurd kirine çûne sergoyê dîrokê. Em Turgut Ozal, Suleyman Demirel, Mesut Yilmaz, Tansu Çilleran ji bîr nekin. Ev partiyên ku îro tev li sergoyê dîrokê bûne, demekê îqtîdar bûn û xwedî hêza herî mezin bûn. Lê ji ber bi polîtîkayên şer nêzî çareseriya pirsgirêka Kurd bûn, îro li holê tune ne. Em carek din îqtîdarê hişyar dikin ku ji dîrokê dersê werbigirin. Em dibêjin êrîşî aştiya civakî nekin.  

Sancar, herî dawî bang li hemû kesên demokrat, aştîxwaz û parazvanên mafên mirovan kir ku li dijî vê xezbkirinê rawestin û dengê xwe bilind bikin.