Dr. Deger: Heta derman neyê dîtin mirov nikare qala asayîbûnê bike
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê ji Wanê, Serokê Odeya Tabîban a Wanê Ozgur Deniz Deger, têkildarî rewşa Vîrûsa Koronayê diyar kir ku ji niha de hewldanên “asayîbûnê" pir zû ye û wiha got: "Heta derman û derzî neyên dîtin mirov nikare qala asayîbûnê bike. Vîrûsa Koronayê ku li tevahiya cîhanê belav bûye, heta niha bûye sebeba mirina sed hezaran mirovî.
Li Tirkiyê hejmara kesên bi Vîrûsa Koronayê mirin 4 hezar derbas kir. Hêj derman nehatiye dîtin û vîrûs nehatiye kontrolkirin, lê rayedar amadekariya asayibûnê dikin. Serokê Odeya Tabîban a Wanê Ozgur Deniz Deger, têkildarî rewşa Vîrûsa Koronayê diyar kir ku ji niha de hewldanên “asayîbûnê" pir zû ye û wiha got: "Heta derman û derzî neyên dîtin mirov nikare qala asayîbûnê bike. " Deger, bal kişand ser zêdebûna nexweşiya şewba Vîrûsa Koronayê ya 10 rojên dawî ku li Wanê û wiha got: "Dema em li vê zêdebûnê dinêrin, têdigihêjin ku derbasî rewşa asayîbûnê pir zû ye. Hêj şewb nexistine kontrolê. Hêj mirov bi şewbê dikevin. Kengî derzî û derman hatin dîtin û şewb hat kontrolkirin wê demê mirov dikare qala 'Asayîbûnê' bike'. Di vê rewşê de pêvajoya 'asayîbûnê' dest pê bike dê rîskek gelek mezin bi xwe re bîne. Mînak li Wanê mala Sersaxiyê hat vekirin, Ji ber vê mala sersaxiyê hejmara nexweşên bi şewbê ketin zêde bû. Em nikarin bêjin ev şewb hatiye kontrolkirin. Em ê 14 roj şûnde bibînin ku ev biryar çiqas şaş e. Hefteyek şûnde dê dîsa hêjmara nexweşan zêde bibe."