Kampanyaya xwendin, nivîsandin û pêşvebirina kurdî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315830-kampanyaya_xwendin_nivîsandin_û_pêşvebirina_kurdî
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê ji Istenbolê, Di bin banê Komeleya Lêkolînên Kurdî de kampanyaya xwendin, nivîsandin û pêşvebirina kurdî tê destpêkirin. Wê kampanya îro bê destpêkirin.Gelek saziyên rêxistina sivîl û weşanxane, li dijî polîtîkayên pişaftinê yên li ser kurdî li Tirkiyê hatin cem hev û biryar girtin ku kampanyaya xwendin, nivîsandin û pêşvexistina kurdî bidin destpêkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 15, 2020 08:40 Asia/Tehran
  • Kampanyaya xwendin, nivîsandin û pêşvebirina kurdî

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê ji Istenbolê, Di bin banê Komeleya Lêkolînên Kurdî de kampanyaya xwendin, nivîsandin û pêşvebirina kurdî tê destpêkirin. Wê kampanya îro bê destpêkirin.Gelek saziyên rêxistina sivîl û weşanxane, li dijî polîtîkayên pişaftinê yên li ser kurdî li Tirkiyê hatin cem hev û biryar girtin ku kampanyaya xwendin, nivîsandin û pêşvexistina kurdî bidin destpêkirin.

Wê di çarçoveya kampnayayê de di bin banê Komeleya Lêkolînên Kurdî de kargeh bên vekirin. Wê atolye 4 hefteyan bidomin. Wê kampanya bi boneya Cejna Zimanê Kurdî îro bê destpêkirin. Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Leman Elmas, der barê kampanyayê de agahî parvekirin. 

Elmas, diyar kir ku piştî Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di sala 2017'an de bi KHK'ê (Ji ber Rewşa Awarte) hatiye girtin, di Adara 2017'an de wan komeleya xwe vekiriye û got, ji bo pêşî li ber jinavçûna çand û ziman bigirin bi kursên ziman ên bi zaravayên kurmancî, kirmanckî û Kurdiya/Kurmanciya Navîn (qaşo soranî) atolyeyan li dar dixin. Elmas, anî ziman ku her sal van çaxan kursan didin destpêkirin û kursên wan sê qonaxan didomin.

Elmas, da zanîn ku her sal zêdetirî hezar kes serî li van kursan didin ûgot, îsal jî ji ber şewba Vîrûsa Koronayê dersên xwe bi awayekî onlîne didin. Elmas, diyar kir ku xwendekarên wan ên îngilizî, ereb, tirk, fransî û alman jî hene û got, kesên biyanî ji bo xebatên akademîk tev li kursan dibin û yên kurd û jî piranî dixwazin zimanê xwe hîn bibin û xwe pêş ve bixin. Elmas, anî ziman ku bi boneya Cejna Zimanê Kurdî, wan û gelek rêxistinên civaka sivîl û weşanxane ji bo xwnedin, nivîsandin û pêşvebirina kurdî dê kampanyayekê bidin destpêkirin. 

Elmas, da zanîn ku wê kampanya îro (15'ê Gulanê) bê destpêkirin û got, piştî cejna Remezanê wê ders dest pê bikin û wê ev ders 4 hefteyan bidomin. Elmas, bang li her kesî kir ku tev lidersên onlîne bibin û got, kesên dixwazin tev li van kargehan bibin wê karibin kurdî hîn bibin, pêş ve bibin û der barê wêje û dîroka kurdî de hin tiştan hîn bibin.