Demokrasiya Tirkiyê; Ji 65 Şaredarên HDPê, 44 dan qeyûman
Wezareta Karên Hundir a dewleta Tirkiyê, qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê yên bajarên Sêrt, Misirc, Hawêl û Îdirê kirin. Her wiha 4 hevşaredar jî binçav kirin.
Li gorî rapora 15ê Gulanê ya Hawar Newsê, Wezareta Karên Hundir a dewleta Tirkiyê, qeyûm (karmendên dewletê yên li şûna şaredaran tên xebitandin) tayînî şaredariyên HDP'ê yên bajarên Îdir, Sêrt û navçeyên Misirc û Hawêlê kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê hejmara şaredariyên HDP'ê yên qeyûm lê tayîn kirine, derket 44'an. Wezaretê hevşaredara Sêrtê Berîvan Helen Işik, hevşaredarê Hawêlê Ramazan Sarsilmaz û hevşaredarê Misircê Baran Akgul ji peywirê girtin û qeyûm tayînî şûna wan kirin.
Polîsên dewleta Tirkiyê avahiyên şaredariyan dorpêç kirin.
4 HEVŞAREDAR GIRTIN
Piştî qeyûman hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik, hevşaredarê Îdirê Yaşar Akkuş, hevşaredarê Hawêlê Ramazan Sarsılmaz û hevşaredarê Misircê Baran Akgul binçav kirin. Polîsan di serdegirtina malên hevşaredaran de deriyên malan şikandin.HDP'ê di hilbijartinên 31'ê Adara 2019'an de 65 şaredarî bi dest xistin. Heta niha qeyûm tayînî 44 şaredariyan kirine.