Pîrozbahiyên "Roja Zimanê Kurdî"
Îro 15ê Gulanê bi boneya salvegera weşandina yekem hejmara Kovara Hawarê ji aliyê Celadet Elî Bedirxan di sala 1932an da, wek Roja Zimanê Kurdî hatiye binavkirin. Bi vê boneyê alî û navendên cûrbecûr ên zinistî, zimanî û wêjeyî bi peyamên xwe ev roj pîroz kirine.
Îro 15ê Gulanê bi boneya salvegera weşandina yekem hejmara Kovara Hawarê ji aliyê Celadet Elî Bedirxan di sala 1932an da, wek Roja Zimanê Kurdî hatiye binavkirin. Bi vê boneyê alî û navendên cûrbecûr ên zinistî, zimanî û wêjeyî bi peyamên xwe ev roj pîroz kirine.
Înstîtuya Kurdî cejna zimanê Kurdî pîroz kir
Înstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî li Elmanyayê bi daxuyaniyekê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û diyar kir, "Divê ne tenê were pîrozkirin, em di vê rojê de sozeke ji dil bidin ku em ê ji vê rojê û pê ve kurdî bikin zimanê xwe yê jiyanê."
Înstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî li Elmanyayê peyamek weşand û bi gotina "Ziman zanîne, zanîn jî xwenasîn e" ya Celadet Alî Bedirxan, 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir.
Di peyamê de hate destnîşankirin ku ji bo biwêja 'Roja ziman' bibe xwediyê wateyekê, divê ew bi hemû hêz û derfetên xwe li zimanê xwe xwedî derkevin, wî bikin zimanê jiyan, nivisandin, xwendin û zimanê bazarê.
TJA: Cejna Zimanê Kurdî pîroz be
Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî peyameke pîrozbahiyê weşand û cejna Zimanê Kurdî pîroz kir.
Tevgera Jinên Azad derbarê 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî peyameke pîrozbahiyê weşand. Di peyama pîrozbahiyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Em di roja Cejna Zimanê Kurdî de careke din banga xwedîderketina zimanê Kurdî dikin.”
Peyama pîrozbahiyê bi zaraveyên cûrbecûr
Zanîngeha "Rojava" bi hemû zaravayên Kurdî "Roja Zimanê Kurdî" pîroz kir.
Desteya Rêveberiya Zanîngeha bi navê "Rojava" li Bakurê Sûriyê cejna zimanê Kurdî bi daxuyaniyekê pîroz kir. Desteyê bi zaravayên Kurmancî, Kirmanckî, Soranî, Hewramî, Kelhûrî, Lekî û Lorî peyama pîrozbahiyê weşand.
esteya Rêveberiya Zanîngeha Rojava bi wesîleya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî peyamek li ser malpera xwe ya înternetê weşand.
Peyam bi hemû zaravayên Kurdî; bi Kurmancî, Kirmanckî, Soranî, Hewramî, Kelhûrî, Lekî û Lorî hate weşandin.
Peyam wiha ye:
"Ziman, gewherê ku xwe daye der û bûye deng, riste û hevok e. Ziman, rengdayîna gewher e. Ziman baxê çand û hunerê ye. Ziman hêlîna dîrokê ye. Lewre her gel û civak bi zimanê xwe tên nasîn. Lewre ziman hebûn û nasname ye.
Zimanê Kurdî jî yek ji kevintirîn zimanê cîhanê ye. Yek ji wan zimana ye ku kevintirîn çanda cîhanê di şaneyên xwe de vedişêre.
Di vê roja dîrokî de em dibêjin ku ji kûrahiya dîrokê heta Elî Herîrî û Baba Tahir, ji Ehmedê Xanî û Nalî û Mewlewî heta Gîv Mûkiryanî û kovara Hawar û roja me ya îro hemû kedkarê Zimanê Kurdî û Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Bangewaziya me; 'li gewher û zimanê xwe xwedî derkevin'…"
Rêya herî bibandor jibo parastina zimên: Axaftin, xwendin û nivîsandina bi kurdî ye
Nivîskar Şefîk Beyaz ku yek ji avakarên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye bi boneya vê rojê got: “Rêya herî bi bandor ev e; her dayik û bavek ku xwedî li rihê xwe derdikeve bi zarokên xwe re bi kurdî biaxive. Her wiha dîsa her kesek kurd ku xwedî li rihê xwe derdikeve divê xwe fêrî xwendin û nivîsandina kurdî bike.”