Balafirên şer ên Artêşa Tirkiyê êrîş birin ser Bedlîs, Avaşîn û Zapê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315821-balafirên_şer_ên_artêşa_tirkiyê_êrîş_birin_ser_bedlîs_avaşîn_û_zapê
Balafirên şer ên dewleta Tirkiyê herêmên Zap, Avaşîn û Bedlîs bombebaran kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 14, 2020 21:52 Asia/Tehran
  • Balafirên şer ên Artêşa Tirkiyê êrîş birin ser Bedlîs, Avaşîn û Zapê

Balafirên şer ên dewleta Tirkiyê herêmên Zap, Avaşîn û Bedlîs bombebaran kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand û tê de ragihand: "23'ê Adarê balafirên şer ên artêşa Tirkiyê qada Şêx Cûma ya Bedlîsê bombebarankirin. Ji ber bombebaranê 3 hêzên PKK jiyana xwe ji dest dan.

PKK diyar kiriye ku bi zûtî agahiyên li ser nasnameyên hevalên xwe yên kuştî eşkere bike.

13'ê Gulanê balafirên şer ên artêşa Tirkiyê saet di 15:00 de qada Şikefta Birîndaran a herêma Zapê û saet di 13:00 û 20:30 de qada Tepê Sor a herêma Avaşînê bombebaran kirin. Ji ber bombebaranê tiştek bi hêzên PKKê nehat."