Va dewleta Tirkiyê hedefa xwe ya dagirkirina Herêma Kurdistanê eşkere dike
Ajansa fermî ya dewleta Tirk nûçeyeke xwe dispêre Prf. Dr. Yasîn Topsakal de ragihandiye, Komelaya Hevgirtin û Alîkariyê ya Cîhana Tirk, li gel 100 saziyên sivîl ên Tirk xwe amade dikin, di qada navnetewî de doz vekin, ji bo Wîlayeta Mûsil û Kerkûk ku hemû Herêma Kurdistanê digire nava xwe, bixin ser axa Tirkiyê.
Armanca dewleta Tirkiyê ji dagirkirina Herêma Kurdistanê ve careke din derket holê û hate eşkere kirin.
Ajansa fermî ya dewleta Tirk Anadolu Ajansî (AA), agahiyeke balkêş derbarê planên dagirkeriyê yên Tirkiyê yên derbarê Herêma Kurdistanê de eşkere kir.
Prf. Dr Yasîn Topsakal ku ji vê ajansa dewletê re axiviye ragihandiye, Komeleya Hevgirtin û Alîkariyê ya Cîhana Tirk, li gel 100 saziyên sivîl ên ser bi desthilatê wer difikirin Wîlayeta Mûsil û Kerkûk (Kurdistana Iraqê) axa Tirkiyê ye û divê dûbare vegere ser Tirkiyê.
Topsakal têkildarî mijarê vê agahiyê bi ajansa dewletê re parve kiriye, “ Komeleya Hevgirtin û Alîkariyê ya Cîhana Tirk li gel 100 saziyên sivîl, difikirin Kerkûk-Mûsil- 12 grev, Gîrît, Kirim, Lîbya û Rojavayê Trakyayê ayîdê Tirkiyê ne. Ji bo ev axane vegerin ser Tirkiyê jî xwe amade dikin, di asta navnetewî de doz vekin."
Nûnerekî rojnameyeke neteweperest a Tirk Yeni Akit Haci Yakişikli jî heman zanyariyê li ser twittera xwe parve dike û dibêje, "Va xebara xweş! Dibe ku ev axane dubare tevlî Tirkiyê bibin!"
Dewleta Tirk dixwaze ew axên ku Osmanî dagir kiribûn û girêdayî xwe kiribûn, dûbare vegerîne ser Tirkiyê. Di serî van herêman de jî Wîlayetên Mûsil û Kerkûkê ne ku hemû Herêma Kurdistanê digirin nava xwe.