Di 24 saetên dawî de li Tirkiyê 55 kesên din mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315818-di_24_saetên_dawî_de_li_tirkiyê_55_kesên_din_mirin
Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de hezar û 635 kesên din jî bi şewba Koronayê ketin û 55 kesên din jiyana xwe ji dest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 14, 2020 21:22 Asia/Tehran
  • Di 24 saetên dawî de li Tirkiyê 55 kesên din mirin

Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de hezar û 635 kesên din jî bi şewba Koronayê ketin û 55 kesên din jiyana xwe ji dest dan.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fexredîn Koca, tabloya der barê agahiyên vîrusa Koronayê (Covîd-19) de li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir. 

Li gor agahiyên Koca, di 24 saetên dawî de li Tirkiyê hezar û 635 kesên din jî bi şewbê ketine û 55 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.

Bi van agahiyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 144 hezar û 749 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 4 hezar û 7 kesan.

Her wiha heya niha 104 hezar û 30 kes jî baş bûne.