Duhok – Li Kanî Masê di navbera PKK û hêzên Tirkiyê de şer derket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315814-duhok_li_kanî_masê_di_navbera_pkk_û_hêzên_tirkiyê_de_şer_derket
Li devera Kanî Masê ya Duhokê di navbera hêzên PKKê û Artêşa Tirkiyê de şer derket.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 14, 2020 15:49 Asia/Tehran
  • Duhok – Li Kanî Masê di navbera PKK û hêzên Tirkiyê de şer derket

Li devera Kanî Masê ya Duhokê di navbera hêzên PKKê û Artêşa Tirkiyê de şer derket.

Qaymeqamê Kanî Masê, Serbest Sebrî ji BasNewsê re got, îro li vê deverê di navbera hêzên PKKê û artêşa Tirkiyê de şer derket.

Serbest Sebrî her wiha got, ji ber wê jî elektirîka deverê hat qutkirin.

Qaymeqamê Kanî Masê da zanîn, ev çend roj in firokeyên Tirkiyê ji ber hebûna hêzên PKKê, devera Kanî bordûman dikin.

Artêşa Tirkiyê bi mihane û heceta PKKê deverên bakura Iraq (Herêma Kurdistanê) bombebaran dike û bi top û hawanê wan deran dike armanc ku piranî xelkê sivîl ê navçê dibin gorî û xisarê dibînin, herwiha bi vê hecetê gelek ji deverên Herêma Kurdistanê dagîr kirine. Her ev êrişên Tirkiyê bûne sedem ku li Duhokê herî kêm 300 gund werin valakirin.