Li Tirkiyê 58 kesên din ji ber Koronayê mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315794-li_tirkiyê_58_kesên_din_ji_ber_koronayê_mirin
Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 58 kesên din jî ji ber şewba Koronayê jiyana xwe ji dest dan. Hejmara kesên heya niha mirine bû 3 hezar û 952.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 13, 2020 21:14 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê 58 kesên din ji ber Koronayê mirin

Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 58 kesên din jî ji ber şewba Koronayê jiyana xwe ji dest dan. Hejmara kesên heya niha mirine bû 3 hezar û 952.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fexredîn Koca, tabloya der barê zanyariyên vîrûsa Koronayê (Covîd-19) de li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir.

Li gor daneyên Koca, di 24 saetên dawî de li Tirkiyê hezar û 639 kesên din jî bi şewbê ketine û 58 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.

Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 143 hezar û 114 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 3 hezar û 952.

Her wiha heya niha 101 hezar û 715 kes jî baş bûne.