KESK: Zû yan jî dereng em ê hesabê Somayê bipirsin
ENQERE – KESK’ê di salvegera 6’emîn de qûrbaniyên bûyera madena Somayê bibîr anî û got zû an jî dereng wê hesabê Somayê bipirsin.
Li gorî rapora ajasa nûçeyan a Mezopotamyayê, Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) têkildarî salvegera 6’emîn a Komkujiya Somayê daxuyaniyek nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de qûraniyên bûyera madena komirê ya Somayê hatin bibîranîn û wiha hat gotin: “Îro ji bo ku ‘çerx bizivirin’ bi sed hezaran karker di vê şewba koronayê de jî dişînin mirinê. Çawa ku şeş sal berê tevdîrê ewlehiya canê karkeran nehat girtin îro jî tevdîrên ji bo karkeran nayên girtin û bê-ewle tên xebitandin. Li ber çavan komkujiyek pêk hat û 301 birayên me yên karker jiyana xwe ji dest dan. Êşa Somayê hêj taze ye. Li welatê me hiqûq jî têk çûye. Berpirsiyar ceza nekirin û cezayên wek xelatê ji bo wan hat dayîn. Sebebkaran hesab neda. Çawa ku me rastiya vê pergalê li Somayê dît îro jî di pêvajoya koronayê de em rastiya vê pergalê dibînin. Ev pergal pergalek zalim e. Ketiye derdê xwe. Ev pergal li Somayê û di wîjdan û exlaq de di bin bobelatê de maye. Ji ber nêzîkatiya vê pergalê Tirkiye bûye welatê cînayeta dijî karkeran. Jibîrnekirina bûyera Somayê wezîfeya me hemûyan e. Em ê di warê hiqûqî, polîtîk, ekonomîk û exlaqî de zû an jî dereng hesabê Somayê ji vê pergala têkçûyî bixwazin.”