Sancar: Gewdeya HDP’ê kurd û guliyên wê jî gelên Tirkiyê ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315787-sancar_gewdeya_hdp’ê_kurd_û_guliyên_wê_jî_gelên_tirkiyê_ne
ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, diyar kir ku ew partiya Tirkiyeyê ne û ev tişt got: “Gewdeya me kurd e. Kevneşopiya siyasî ya kurd me damezrandiye. Mijaya me ya sereke Pirsgirêka Kurd e. HDP modeleke ku gewdeyê wê kurd û guliyên wê jî hemû gelên Tirkiyê ne.”
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
May 13, 2020 14:40 Asia/Tehran
  •  Sancar: Gewdeya HDP’ê kurd û guliyên wê jî gelên Tirkiyê ne

ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, diyar kir ku ew partiya Tirkiyeyê ne û ev tişt got: “Gewdeya me kurd e. Kevneşopiya siyasî ya kurd me damezrandiye. Mijaya me ya sereke Pirsgirêka Kurd e. HDP modeleke ku gewdeyê wê kurd û guliyên wê jî hemû gelên Tirkiyê ne.”

Li gorî rapora ajasa nûçeyan a Mezopotamyayê, Beşa duyemîn a hevpeyvîna Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ku dabû Kisa Dalga Podcast’ê hat weşandin. Sancar, di vê beşê de mijarên girîng ên di rojevê de nirxand û hin rexneyên li partiya xwe bersivand. 

HDP GELEK TAYBET E 

Sancar, diyar kir ku HDP partiyeke gelek taybet e û mînakên wê li dinyayê pir tunene û wiha got: “Elbet zehmetiyên wê jî hene. Lê heke hûn ji min bipirsin ku HDP pêvajeke zehmet dijî, ez ê bibêjim na. HDP tê gihîştin. HDP bi gihîştina xwe re tê asta ku di serî de Pirsgirêka Kurd hemû pirsgirêkên Tirkiyê çareser bike û bandora wê ya siyasî zêde dibe.” 

PÊŞANÎ PIRSGIRÊKA KURD E 

Sancar, destnîşan kir ku HDP mîretaya partiyên beriya xwe ye û got: “Gewdeyê me kurd e. HDP li ser bedel û kevneşopiya siyasî ya kurd hatiye damezrandin. Hilbijêrên me ji sedî 80-90 kurd in. Mijaya me ya sereke Pirsgirêka Kurd e. HDP modeleke ku gewdeyê wê kurd û guliyên wê jî hemû gelên Tirkiyê ne. HDP, di 6 salên dawîn de xwedî çîrokeke serkeftinê ye.” 

BERSIVA REXNEKIRINÊ 

Di berdewama nirxandinên xwe de Sancar bersiv da rexneyên ku ji ber gotibû HDP partiya Tirkiyê ye û têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Gotina min a ‘Em ne partiya kurdan e’ bi zanebûn hat tehrîfkirin. Ji ber van gotinên min hin beşên derveyî HDP’ê min rexne dikin. Heke em HDP’e mezin bikin, divê em bibin navenda ku qedera Tirkiyê diyar bikin û têkoşîna ked û azadiyêbidin.”