Walîtiya Enqereyê bîranîna Komkujiya Somayê qedexe kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315773-walîtiya_enqereyê_bîranîna_komkujiya_somayê_qedexe_kir
ENQERE – Walîtiya Enqereyê, bernameya Rêxistinên Sivîl ku xwestin li ber Bîrdariya Medenê ji bo Bîranîna Bûyera Madena Somayê li dar bixin, asteng kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 13, 2020 05:33 Asia/Tehran
  •  Walîtiya Enqereyê bîranîna Komkujiya Somayê qedexe kir

ENQERE – Walîtiya Enqereyê, bernameya Rêxistinên Sivîl ku xwestin li ber Bîrdariya Medenê ji bo Bîranîna Bûyera Madena Somayê li dar bixin, asteng kir.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya ajasa nûçeyan a Mezopotamyayê, Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) û Yekitiya Pizişkên Tirk (TTB), bi munasebetan salvegera Bûyera Madena Somayê xwestin li ber Bîrdariya Medenê bernameya bîranînê li dar bixin.

Rêxistinan, ji bo bîranînê serî li Walîtiyê Enqereyê dan. Walîtiyê, vîrûsa koronayê kir hincet û destûr neda ku rêxistinên bernameya bîranînê li dar bixin.