Dewleta Tirkiyê dîsa zeviyên çandinê yên kurdan li bakura Sûriyê şewitandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315768-dewleta_tirkiyê_dîsa_zeviyên_çandinê_yên_kurdan_li_bakura_sûriyê_şewitandin
Dewleta Tirkiyê zeviyên çandinê yên gundên li rojavayê Eyn Îsa ya kurdên Sûriyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan ber agir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 12, 2020 20:22 Asia/Tehran
  • Dewleta Tirkiyê dîsa zeviyên çandinê yên kurdan li bakura Sûriyê şewitandin

Dewleta Tirkiyê zeviyên çandinê yên gundên li rojavayê Eyn Îsa ya kurdên Sûriyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan ber agir.

Rejîma Tirkiyê bi giştî zeviyên çandinê yên gundê Temamiyê ya Eyn Îsa ya di bin dagirkeriya xwe de şewitand.

Li gori agahiyên hatine bidestxistin şewat di demek kurt de gehişte zeviyên çandinê yên gundên Seyda û Mexalaqê.

Li gorî seata herêmî şewatê heta seat 16:00’an jî berdewam dikir. Ji ber êrîşên dagirkeran gundî jî nikarin mudaxeleyî şewatê bikin.

10’ê Gulanê gudnê Qîzelî û Şorbenîsk ên Girê Spî li gel rêya M4 a li nêzî Kampa Koçberan a Eyn Îsa û derdorî wê hatibû topberankirin, şewat derketibû.

Şeva 4’ê Gulanê gundên Zenûbiya û Zey Ereb ên dikevin rojavayê Girê Spî hatibû topbarankirin. Malên gel û zevî jî şewitîbûn.