53 kesên din jî li Tirkiyê ji ber Covîd-19'ê mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315763-53_kesên_din_jî_li_tirkiyê_ji_ber_covîd_19'ê_mirin
Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 53 kesên din jî ji ber şewba Koronayê jiyana xwe ji dest dan. Hejmara kesên ku heya niha mirine bû 3 hezar û 894 kesan û hejmara kesên ku heya niha bi şewbê ketine bû 141 hezar û 475 kesan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 12, 2020 18:51 Asia/Tehran
  • 53 kesên din jî li Tirkiyê ji ber Covîd-19'ê mirin

Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 53 kesên din jî ji ber şewba Koronayê jiyana xwe ji dest dan. Hejmara kesên ku heya niha mirine bû 3 hezar û 894 kesan û hejmara kesên ku heya niha bi şewbê ketine bû 141 hezar û 475 kesan.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fexredîn Koca, tabloya der barê zanyariyên vîrusa Koronayê (Covîd-19) de li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir. Li gor zanyariyên Koca, di 24 saetên dawî de li Tirkiyê hezar û 704 kesên din jî bi şewbê ketine û 53 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.

Hejmara kesên ku heya niha bi şewbê ketine bû 141 hezar û 475 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 3 hezar û 894.