Li Dersimê wesayita zirxî hate îmhakirin: 4 leşker mirin
Hêzên PKKê li Dersimê li dijî wesayiteke leşkerî çalakî kirin. Hate ragihandin ku di çalakiyê de 4 leşkerên artêşa Tirkiyê hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK'ê têkildarî mijarê ev daxuyanî weşand û ragihand ku hêzên wê 11'ê Gulanê saet 13:30 li navçeya Hozat a Dersimê li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa akrep a artêşa Tirkiyê ku li ser rêya qereqola Amûtkayê bû, çalakiyeke sabotajê kirin. Di çalakiyê de bi qasî ku hate tespîtkirin 4 leşkerên dijmin hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. PKKê di dewamê de dibêje: Yekîneya me ya ku çalakî kir bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriya.
PKKê di dawiyê de radigehîne ku di şeva 11'ê Gulanê de balafirên şer ên artêşa Tirkiyê qada Sinûnê ya herêma Xakurkê û qada Tepê Sor a herêma Avaşînê bombebaran kirin, lê ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên wê nehat."