Balafirên şer herêma Biradostê bombebaran kirin
May 12, 2020 07:45 Asia/Tehran
Duh bi şev balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker, herêma Biradostê bombebaran kirin.
Li gorî agahiyên ji nûçegihanê me hatine standin, balafiran herêma Xakurk û Geliyê Mixaryan ya ser bi Herêma Biradostê bi dijwarî bombebaran kirine.
Gorî agahiyan ziyanek mezin gihiştiye bax û baxçeyê gundiyan. Nayê zanîn bê ka di encama bombebaranê de tiştek bi kesê hatiye yan na.