Qedexeya hatûçûnê li seranserî Tirkiyê hat ragehandin
May 11, 2020 20:47 Asia/Tehran
Serok Komarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan di konferanseka rojnamevanî de, ji 16yê heya 19yê vê mehê qedexeya hatûçûnê li tevaya parêzgehên Tirkiyê ragehand.
Li Tirkiyê 138 hezar û 657 kes bi vîrusa Koronayê ketine û 3 hezar û 786 kes jî bi sedema Koronayê canê xwe ji dest dane.
Di vî halî de gelek ji kom û ppartiyên dijberê deshilatdariya AKP-MHPê dibêjin ku dewleta bîlançoya rastîn a pêketî û miriyên Koronayê diyar nake da ku karê hikûmeta xwe diwarê pêşîlêgirtina vê vîrusê serketî nîşan bide.