Qedexeya hatûçûnê li seranserî Tirkiyê hat ragehandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315739-qedexeya_hatûçûnê_li_seranserî_tirkiyê_hat_ragehandin
Serok Komarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan di konferanseka rojnamevanî de, ji 16yê heya 19yê vê mehê qedexeya hatûçûnê li tevaya parêzgehên Tirkiyê ragehand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 11, 2020 20:47 Asia/Tehran
  • Qedexeya hatûçûnê li seranserî Tirkiyê hat ragehandin

Serok Komarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan di konferanseka rojnamevanî de, ji 16yê heya 19yê vê mehê qedexeya hatûçûnê li tevaya parêzgehên Tirkiyê ragehand.

Li Tirkiyê 138 hezar û 657 kes bi vîrusa Koronayê ketine û 3 hezar û 786 kes jî bi sedema Koronayê canê xwe ji dest dane.

Di vî halî de gelek ji  kom û ppartiyên dijberê deshilatdariya AKP-MHPê dibêjin ku dewleta bîlançoya rastîn a pêketî û miriyên Koronayê diyar nake da ku karê hikûmeta xwe  diwarê pêşîlêgirtina vê vîrusê serketî nîşan bide.