5 welatan nerazîbûn nîşanî tevgerên ne rewa yên Tirkiyê dan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315735-5_welatan_nerazîbûn_nîşanî_tevgerên_ne_rewa_yên_tirkiyê_dan
5 dewletên erebî û ewropî bi daxuyaniyeke hevbeş nerazîbûn nîşanî destwerdana leşkerî ya Tirkiyê û tevgera wê ya "Ne qanûnî" di Deryaya Spî de da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 11, 2020 19:41 Asia/Tehran
  • 5 welatan nerazîbûn nîşanî tevgerên ne rewa yên Tirkiyê dan

5 dewletên erebî û ewropî bi daxuyaniyeke hevbeş nerazîbûn nîşanî destwerdana leşkerî ya Tirkiyê û tevgera wê ya "Ne qanûnî" di Deryaya Spî de da.

Wezîrên karên derve yên Misir, Yewnanistan, Qibirs, Fransa û Îmaretê  bi mijara "Pêşhatên bi fikar ên li Rojhilata Navîn, krîzên li gelek welatan ku ewehî û aramiya wan dike hedef" civiyan.

Piştî civînê, wezîrên derve yên van welatan daxuyaniyek hevpar dan. Daxuyanî li ser malpera Wezareta Derve ya Misirê hate weşandin.

Di daxuyaniyê de "Liv û tevgera Tirkiyê ya ne rewa li herêma aborî ya komara Qubirisê û ava wê ya herêmî" hate şermezarkirin. Hate gotin ku ev tevger li dijî qanûnên navdewletî û yên NY‘yê ne. Herwiha hate destnîşankirin ku di kêmî salekî de ev hewldana şeşan a ji aliyê Tirkiyê ve ye ku li herêma deryayî ya Qubirisê vekolandina ne rewa dike.

Di daxuyaniya hevpar a wezîrên karên derve yên her 5 welatan de "Binpêkirinên Tirkiyê yên li djiî qada asîmanî ya Yewnanistanê" jî hate şermezarkirin û hate diyarkirin ku Tirkiyê bi awayekî plankirî hewl dide sivîlan bi rengekî ne rewa ber bi sînorê deryayî û bejayî ya Yewnanistê ve bidehvîne."

Wezîran di daxuyaniyê de bang li Tirkiyê kirin ku "Rêzê ji serdestiya tevahiya dewletan û mafên wan yên serdestiyê di herêmên deryayê yên rojhilatê Deryayê Sipî de bigire"

Wezîrên derve nerazîbûn nîşanî "Destwerdana leşkerî ya Tirkiyê li Lîbyayê" dan û bang li Tirkiyê kirin ku rêz ji biryara Neteweyên Yekbûyî ya qedexekirina çekan bigre, şandina çeteyên ji Sûriyê ber bi Lîbyayê ve rawestine û diyar kir ev nêzîkatî gefê li ewlehiya dewletên cîranê Lîbyayê û dewletên Ewropayê dixwe.