Li Tirkiyê 55 kesên din ji ber Koronavîrusê mirin
Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 55 kesên din ji ber Koronavîrusê mirin û hezar 114 kes jî bi şewbê Koronayê ketine.
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca, li ser hesabê xwe ya Twîtterê, dawîn amarên qurbanî û pêketina bi vîrusa Koronaya nû (COVID-19) aşkere kirin.
Li gor zanyariyên ku Koca belav kirine, di 24 saetan dawî de 55 kes bi COVID-19ê canê xwe ji dest dan û hezar û 114 kes jî bi wê vîrusê ketin û 3 hezar û 89 kes jî baş bûn.
Li gel dawîn amaran, hejmara pêketiyên koronayê li Tirkiyê gihişt 139 hezar 771 û hejmara qurbaniyên koronayê jî gihişt 3 hezar û 841 kesan.
Li gor daxuyaniya Koca heta niha 95 hezar û 750 nexweşên koronayê piştî wergirtina çareseriya pizîşkî baş bûne.
Bi giştî milyonek 403 hezar û 320 testên koronayê hatine kirin.