​​​​​​​Li Tirkiyê 55 kesên din ji ber Koronavîrusê mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315734-li_tirkiyê_55_kesên_din_ji_ber_koronavîrusê_mirin
Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 55 kesên din ji ber Koronavîrusê mirin û hezar 114 kes jî bi şewbê Koronayê ketine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 11, 2020 19:07 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​Li Tirkiyê 55 kesên din ji ber Koronavîrusê mirin

Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 55 kesên din ji ber Koronavîrusê mirin û hezar 114 kes jî bi şewbê Koronayê ketine.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca, li ser hesabê xwe ya Twîtterê, dawîn amarên qurbanî û pêketina bi vîrusa Koronaya nû (COVID-19) aşkere kirin.

Li gor zanyariyên ku Koca belav kirine, di 24 saetan dawî de 55 kes bi COVID-19ê canê xwe ji dest dan û hezar û 114 kes jî bi wê vîrusê ketin û 3 hezar û 89 kes jî baş bûn.

Li gel dawîn amaran, hejmara pêketiyên koronayê li Tirkiyê gihişt 139 hezar 771 û hejmara qurbaniyên koronayê jî gihişt 3 hezar û 841 kesan.

Li gor daxuyaniya Koca heta niha 95 hezar û 750 nexweşên koronayê piştî wergirtina çareseriya pizîşkî baş bûne.

Bi giştî milyonek 403 hezar û 320 testên koronayê hatine kirin.