PKK: Hêzên me li Xakurkê 8 leşkerên Tirkiyê kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315730-pkk_hêzên_me_li_xakurkê_8_leşkerên_tirkiyê_kuştin
PKKê ragihand ku şervanên wê li Girê Lêlîkanê yê herêma Xakurkê li dijî artêşa Tirkiyê çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de 8 leşkerên Tirkiyêr hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 11, 2020 15:18 Asia/Tehran
  • PKK: Hêzên me li Xakurkê 8 leşkerên Tirkiyê kuştin

PKKê ragihand ku şervanên wê li Girê Lêlîkanê yê herêma Xakurkê li dijî artêşa Tirkiyê çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de 8 leşkerên Tirkiyêr hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK'ê têkildarî çalakiya hêzên xwe û êrîşên hewayî yên dewleta Tirkiyê daxuyaniyek weşand.

PKKê di vê daxuyaniyê de ragihand ku hêzên wê di 10'ê Gulanê de saet 21:00 li herêma Xakurkê ya li dijî artêşa Tirkiyê li ser Girê Lêlîkanê çalakiyek lidar xistin. Wan di çalakiya xwe de derbên giran li çeper û stargehên Artêşa Tirkiyê xistin ku di encamê de konteynerek û kozikek bi temamî hatin rûxandin û 8 leşker jî hatin kuştin. Artêşa Tirkiyê piştî vê çalakiyê bi obus û hawanan li derdora qada çalakiyê reşand û leşkerên xwe yên mirî bi helîkopterên Skorsky ji herêmê rakirin.

PKK di dewamê de dibêje ku yekîneya wê ya ku çalakî kir bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriya.

PKKê herwiha di daxuyaniya xwe de diyar dike ku hêzên wê 10'ê Gulanê saet  10:00 li herêma Zapê  balafireke bêpîlot a artêşa Tirkiyê ya li ser qada Cîloyê Biçûk digeriya xistin xwarê.

PKKê di dawiyê de radigehîne ku di 10'ê Gulanê de saet 10:00 balafirên şêr ên artêşa Tirkiyê bombe li qadên Sinîn, Çemê Lolanê û Koma Sor ên li herêma Xakurkê barand. Ji ber bombebaranê tiştek bi hêzên wê nehat."