11 terorîstên din ên Sûrî ku Tirkiyê şandine Lîbyayê hatin kuştin
Hejmareke din ji terorîstên ku li Sûriyê şer dikirin û bi artêşa Tirkiyê ve li gor peymana dewleta tirk û Wifaq Nîştimanî ya Lîbyayê çûbûn vî welatî, di şer û pevçûnên Lîbyayê de hatin kuştin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, 11 termên çekdarên Sûrî ku li Lîbyayê hatine kuştin gihîştin gundewarê bakurê Heleb yê ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagîrkirin.
Pêr jî 7 çekdarên opozîsyona Sûriyê li Lîbyayê hatibûn kuştin ku bi vî awayî heta niha hejmara terorîstên Sûrî yên li Lîbyayê hatin kuştin gihîşt 279 çekdaran.
Çekdarên hatine kuştin ji grûpên Lîwaya Muhtesim, Firqeya Sultan Murad, Lîwaya Siqor El Şemal, El Hemzat û Silêman Şah in.
Tirkiyê bi armanca piştevanîkirina li hikûmeta Wifaq Nîştimanî ya Lîbyayê ya bi serokatiya Fayiz Serac, hejmarek ji serbazên Tirkiyê û nêzîkî 8 hezar çekdarên terorîst ên sûrî şandine Lîbyayê û şerê hêzên Xelîfe Hefter yên bi navê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê dikin.
Li gor zanyariyên Rewangehê, hejmarek ji çekdarên Sûrî ji aliyê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ve dîl hatine girtin û li xwe mikur hatine ku li hember 2 hezar Dolar şer dikin.