Serdozgerê Dadgeha Bilind daxwaza hilweşandina cezayê Demirtaş kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315720-serdozgerê_dadgeha_bilind_daxwaza_hilweşandina_cezayê_demirtaş_kir
Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind li Tirkiyê, xwest ku biryara cezayê li hevserokê giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahedîn Demîrtaş hate birîn, bi sedema “mafê xweparastinê hate astengkirin” were hilweşandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 11, 2020 07:52 Asia/Tehran
  • Serdozgerê Dadgeha Bilind daxwaza hilweşandina cezayê Demirtaş kir

Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind li Tirkiyê, xwest ku biryara cezayê li hevserokê giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahedîn Demîrtaş hate birîn, bi sedema “mafê xweparastinê hate astengkirin” were hilweşandin.

Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind, xwest ku biryara 26emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ku 4 sal û 8 meh ceza li Demîrtaş birîye were hilweşandin. 

26emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ji ber axavtina Selahattin Demîrtaş a 17ê Adara 2013an di çalakiyên pîrozbahiya Newrozê li navçeya Zeytinburnuya Stenbolê de, bi 4 sal û 8 mehan hatibû cezakirin.

Ji heman dozê parlamenterê berê yê HDPê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder jî bi 3 sal û 6 mehan hatibû cezakirin. Piştre Dadgeha Destûra Bingehîn  derbarê serlêdana Onder de biryara binpêkirinê dabû û ew hatibû berdan.

Piştî projeyasaya înfazê riya temyîzê ji Demîrtaş re hatibû vekirin.

Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind, xwest biryara 26emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê li hemberî cezakirina Demîrtaş birîye bê xerakirin û ji bo parastina Demirtaş jî dem hat xwestin.