Serdozgerê Dadgeha Bilind daxwaza hilweşandina cezayê Demirtaş kir
Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind li Tirkiyê, xwest ku biryara cezayê li hevserokê giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahedîn Demîrtaş hate birîn, bi sedema “mafê xweparastinê hate astengkirin” were hilweşandin.
Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind, xwest ku biryara 26emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ku 4 sal û 8 meh ceza li Demîrtaş birîye were hilweşandin.
26emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ji ber axavtina Selahattin Demîrtaş a 17ê Adara 2013an di çalakiyên pîrozbahiya Newrozê li navçeya Zeytinburnuya Stenbolê de, bi 4 sal û 8 mehan hatibû cezakirin.
Ji heman dozê parlamenterê berê yê HDPê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder jî bi 3 sal û 6 mehan hatibû cezakirin. Piştre Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê serlêdana Onder de biryara binpêkirinê dabû û ew hatibû berdan.
Piştî projeyasaya înfazê riya temyîzê ji Demîrtaş re hatibû vekirin.
Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind, xwest biryara 26emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê li hemberî cezakirina Demîrtaş birîye bê xerakirin û ji bo parastina Demirtaş jî dem hat xwestin.