Ji ber şînekê 84 kes bi koronayê ketin
Li gundekî Wanê ji ber beşdarbûna di şînekê de 6 kesên din jî bi koronayê ketin û hejmara kesên ji ber wê şînê tûşî koronayê bûne, gihişt 84 kesan. Li tevahiya Wanê jî 362 kes bi koronayê ketine.
Li gor zanyariyan 6 kesên ku beşdarî şînê bibûn, têsta wan a koronayê pozîtîf derketibû. Piştî wê yekê, bi biryara Walîtiya parêzgeha Wanê, gund hat kerentînakirin û ji aliyê karmendên tendirustiyê ve pişkinînên koronayê li wî gundî hatin destpêkirin.
Roja sêşemba derbasbûyî pişkinîna 51 kesên li gund ya koronayê pozîtîf derket. Duh jî li gorî daxiyaniya Walîtiyê, pişkinînên 24 kesên din jî li gund pozîtîf derketin.
Li gor daxiyaniya Walîtiyê, hêjmara tûşbûyên koronyê li gund gihîşte 84 kesan û bi guştî hêmara tûşbûyan li parêzgehê jî gihîşt 362 kesan.