Li Geverê 4 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
PKKê dibêje ku hêzên wê li Geverê li dijî wesayîteke Amarok çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Ev wesayît îmha bû û 4 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin. Li Qilebana Şirnexê jî îstasyoneke bazê hate îmhakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKKê diyar kir ku hêzên wê di 8’ê Gulanê de saet 16.30’an li dijî wesayîta Amarok a artêşa Tirkiyê ku ber bi Qereqola Zerinê ya Bajêrgeya Gevera Colemêrgê diçû, çalakiyek li dar xistiye. Hêzên wê li vê wesayîtê dane, ev wesayît şewitiye ku di encamê de yek jê fermandarê qereqolê û 4 leşkerên din hatine kuştin.
Piştî çalakiyê artêşa Tirkiyê bi obus û hawanan li qada çalakiyê dane. PKKê dibêje: Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistine, bi selametî vegeriyane baregeha xwe.
PKKê herwiha ragihandiye ku di 6’ê Gulanê de saet 11.15’an li dijî îstasyona Bazê ya li Girê Şehîd Qehreman a di navbera gundê Osyan û Akîra Qilebana Şirnexê çalakiyeke sabotajê hatiye lidarxistin. Di vê çalakiyê de îstasyona bazê hatiye îmhakirin.
Di 10’ê Gulanê de saet di 09.10’an de balefirên şer ên artêşa Tirkiyê qada Sîda ya Zapê bomberdûman kiriye. PKKê îdia dike ku di vê bomberdûmanê de tiştek bi hêzên wê nehatiye.”