Li deverên Kurdnişîn ên Erzirom û Qersê berf barî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315685-li_deverên_kurdnişîn_ên_erzirom_û_qersê_berf_barî
Li Erzirom û Sarîqamîşa navçeya Qersê berf barî û welatî di tengasiyê da man.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 10, 2020 04:39 Asia/Tehran
  • Li deverên Kurdnişîn ên Erzirom û Qersê berf barî

Li Erzirom û Sarîqamîşa navçeya Qersê berf barî û welatî di tengasiyê da man.

Li gorî rapora TRT Nûçeyê, Li Erziromê pîştî şiliyê berf barî û di demeke kin da navenda bajêr sipî bû.

Banê xaniyan, çiqlên daran bi berfê sipî bûn û welatiyên bêtevdîr tengasî kişandin.

Ajokar jî ji ber rêya ji berfê dişiqitî di tengasîyê da man.

Li Sarîqamîşa navçeya Qersê jî ji ber berfê bajar çîl û sipî bû.

Li Gêdukê Xandereyê yê 10 kîlomêtro dûrî navçeyê ajokar di rê da man û bi zorê dewam kirin.Esat Şahîn got ku her tim berf li Sarîqamîşê tê û wiha axivî: "Vira Sarîqamîş e, zivistan û berf gelekî dewam dike. Di meha Gulanê da jî gelekî berf dibare, li vê derê ev her tim wiha ye."