Artêşa Lîbyayê firokeya bêpîlot a Bayraktar a Tirkiyê xist xwarê
May 10, 2020 04:31 Asia/Tehran
Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku îşev firokeyeka bêpîlot a bi tîpa TB 2 a Bayraktar a Tirkiyê xist xwarê.
Li gorî rapora Hawar Newsê, Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand pergala parastina asîmanî ya artêşê firokeya bêpîlot a bi tîpa TB 2 a Bayraktar a Tirkiyê li herêma Qibaliya Eyn Zara ya Terablusê xist xwarê.