Li Tirkiyê 50 kesên din ji ber Koronayê mirin
May 09, 2020 17:38 Asia/Tehran
Hate ragihandin ku li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 50 kesên din jî ji ber şewba Koronayê mirine.
Li gorî daneyên dawî yên ku Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê parve kirine, di 24 saetên dawî de li Tirkiyê hezar û 546 kes bi şewba Koronavîrûsê (Covid-19) ketine û 50 kes mirine.
Li Tirkiyê heya niha 137 hezar û 115 kes bi şewbê ketine û 3 hezar û 739 kes mirine.