75 kes li gundê Siyavanê bi şewba Covît-19 ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315675-75_kes_li_gundê_siyavanê_bi_şewba_covît_19_ketin
Li gundê Siyavan ê girêdayî navçeya Rêya Armûşê hejmara kesên bi koronayê ketine derket 75'an
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 09, 2020 15:28 Asia/Tehran
  • 75 kes li gundê Siyavanê bi şewba Covît-19 ketin

Li gundê Siyavan ê girêdayî navçeya Rêya Armûşê hejmara kesên bi koronayê ketine derket 75'an

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Li gundê Siyavan ê girêdayî navçeya Rêya Armûşê hejmara kesên bi koronayê ketine derket 75'an. Bi van nexweşan re hejmara kesên li Wanê bi koronayê ketine derket 362 kesan. Li gundê Siyavan ê girêdayî navçeya Rêya Armûşê ya Wanê ji ber vîrûsa Koronayê (Covîd-19) di 5’ê Gulanê de sepana Qerentînayê pêk hat.

Hat gotin li vî gundî tevdîrên li dijî vîrûsê hatine piştguhkirin û şîn hatiye dayîn. Keyayê gund Mehmet Nûrî Yonten ji wezîfeyê hatiye girtin û ji bo kesên beşdarî şînê bûne xebata pêderxistina nexweşiyê hatibû destpêkirin.

Di encama kontrola tenduristiya xebatkarên tenduristiyê de hat zanîn ku hejmara kesên bi koronayê ketine gihîştiye 75 kesan.Bi van nexweşan re hejmara kesên li Wanê bi koronayê ketine derket 362 kesan.