Li Tirkiyê qedexeya hatûçûnê hat ragehandin
May 09, 2020 15:28 Asia/Tehran
Li Tirkiyê qedexeya hatûçûnê hat ragehandin.
Li gorî rapora PUK Media'yê, Hat ragihandin ku wezareta navxwe ya Tirkiyê ragihand ku li 24 bajarên Tirkiye ji bo pêşîlêgirtin û xweparêziya ji vîrûsa Koronayê ji bo 48 demjimêran qedexeya derketina derve hat ragihandin, duh 12 şevê biryar dest pê kir û wê heta 12 şevê siba 10ê mehê dirêj bike.
Li bajarên Edene, Enqere, Bûrsa, Stenbol, Konya, Îzmîr û herwiha li bajarên Kurdnişîn; Diyarbekir, Dîlok, Mereş, Mêrdîn, Riha û Wanê qedexe hatiye ragihandin tenê dikanên pêwîstiyên rojane wê vekirî bin.Heta niha li Tirkiyê hejmara kesên bi Koronayê canê xwe ji dest dane gihişt 3 hezar û 641 kesan, yên bi Koronayê ketine gihişt 133 hezar û 721 kesan, yên baş jî bûne 82 hezar û 984 kes in.