Gula reş: Sembola Xelfetiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315663-gula_reş_sembola_xelfetiyê
Piştî Gula Reş niha jî Gula Kesk tê çandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 09, 2020 09:24 Asia/Tehran
  • Gula reş: Sembola Xelfetiyê

Piştî Gula Reş niha jî Gula Kesk tê çandin.

Li gorî rapora malpera TRT Nûçeyê ya Tirkiyê, Gavê yek bêje Xelfetiya Şanliurfayê him dîrok, him jî gula reş tê bîra mirov. Hema bêjin gula reş bûye sembola navçeyê. Niha jî bi gula reş re gula kesk tê çandin.

Ev der bi dîroka xwe ya kevnare, bi reng û ava xwe ya xwezayî Xelfetiyê ye...

Û gava behsa Xelfetiyê tê kirin jî dîroka navçeyê û Gula Reş tê bîra mirov.

Gula Reş li navçeyê bi awayekî xwezayî şî dibe û li serayan (gulxane) jî tê çandin. Gula reş hema bêjin bûye sembola navçeyê.

Piştî Gula Reş niha jî Gula Kesk tê çandin. Şaredariya navçeyê dixwaze Gula Kesk jî bibe semboleke navçeyê.

Welatî dibêjin Gula Reş tenê li Halfetiyê şîn dibe, gava yek wan bibe devereke din rengê wan sor dibe.Xelfetî di sala 2013'an de ketibû lîsteya bajarên dîrokî.