‘Serokê MÎT‘ê serdana Lîbyayê kir, Enqere hêzên taybet şandin Terablusê‘
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315654-serokê_mÎt_ê_serdana_lîbyayê_kir_enqere_hêzên_taybet_şandin_terablusê
Hate ragihandina ku serokê MÎT‘ê Hakan Fîdan û berpirsên erkên derve yên îstîxbarata Tirkiyê beriya hefteyekê serdana Lîbyayê kiribûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 09, 2020 06:33 Asia/Tehran
  • ‘Serokê MÎT‘ê serdana Lîbyayê kir, Enqere hêzên taybet şandin Terablusê‘

Hate ragihandina ku serokê MÎT‘ê Hakan Fîdan û berpirsên erkên derve yên îstîxbarata Tirkiyê beriya hefteyekê serdana Lîbyayê kiribûn.

Li gorî rapora roja Îniyê ajansa nûçeyan a Hawar Newsê, Çavkaniyan ji malpera nûçeyan a Al-Arabia re diyar kirin ku Fîdan bi xwe pêşketinên meydanî yên li Lîbyayê dişopîne û gotin, Enqere komek ji hêzên tabyet şandin Terablusê, kom beriya 10 rojan gihaşte wir.

Her wiha çavkaniyan destnîşan kir ku hejmarek leşkerên hêzên asîmanî yên Tirkiyê li Lîbyayê birîndar bûn û rakirin Tirkiyê, di nav de rewşên xeter hene.

Piştî gelek çeteyên Sûriyê fermana Tirkiyê a çûyîna bo Lîbyayê red kirin,  Tirkiyê bi rêbazên gef û tirsandinê wan neçar dike ku biçin Lîbyayê da ku li rex hikûmeta Wîfaqê şerê ArtêşaNiştimanî ya Lîbyayê ya bi serkêşiya Xelîfe Hefter bikin.