‘Serokê MÎT‘ê serdana Lîbyayê kir, Enqere hêzên taybet şandin Terablusê‘
Hate ragihandina ku serokê MÎT‘ê Hakan Fîdan û berpirsên erkên derve yên îstîxbarata Tirkiyê beriya hefteyekê serdana Lîbyayê kiribûn.
Li gorî rapora roja Îniyê ajansa nûçeyan a Hawar Newsê, Çavkaniyan ji malpera nûçeyan a Al-Arabia re diyar kirin ku Fîdan bi xwe pêşketinên meydanî yên li Lîbyayê dişopîne û gotin, Enqere komek ji hêzên tabyet şandin Terablusê, kom beriya 10 rojan gihaşte wir.
Her wiha çavkaniyan destnîşan kir ku hejmarek leşkerên hêzên asîmanî yên Tirkiyê li Lîbyayê birîndar bûn û rakirin Tirkiyê, di nav de rewşên xeter hene.
Piştî gelek çeteyên Sûriyê fermana Tirkiyê a çûyîna bo Lîbyayê red kirin, Tirkiyê bi rêbazên gef û tirsandinê wan neçar dike ku biçin Lîbyayê da ku li rex hikûmeta Wîfaqê şerê ArtêşaNiştimanî ya Lîbyayê ya bi serkêşiya Xelîfe Hefter bikin.