Gunay: Bila ji butçeya Serokkomariyê destekê bidin kesên mexdûr
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315646-gunay_bila_ji_butçeya_serokkomariyê_destekê_bidin_kesên_mexdûr
Berdevka HDP’ê: Bila ji butçeya Serokkomariyê destekê bidin kesên mexdûr.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 09, 2020 04:53 Asia/Tehran
  • Gunay: Bila ji butçeya Serokkomariyê destekê bidin kesên mexdûr

Berdevka HDP’ê: Bila ji butçeya Serokkomariyê destekê bidin kesên mexdûr.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunayê diyar kir ku divê ji butçeya Serokkomariyê destek ji bo kesên pêdiviya wan bi alîkariyê heye were dabînkirin.Berdevka HDP’ê Ebrû Gunayê li Amedê têkildarî geşedanên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist. 

‘AKP-MHP BERPIRSIYARÊ MIRINAN E’ 

Gunayê di destpêka axaftina xwe endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek ê duh jiyana xwe ji dest da bibîr anî û got AKP ji daxwazên wan re guhê xwe girtiye. Gunayê got berpirsiyarê mirina Îbrahîm Gokçek, Hêlîn Bolek û Mustafa Koçak îqtîdara AKP’ê û MHP’ê ye. Gunayê di axaftina xwe de sê şoreşgeran Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan jî ji ber salvegera darvekirina wan bibîr anî û got HDP îro li ser xeta têkoşîna wan dixebite û têkoşîna wan birêve dibe. 

BANGA VEKIRINA MECLÎSÊ KIR 

Gunayê destnîşan kir ku li gel şewba koronayê berbelav dibe jî lê hikumet bi israr behsa pêvajoya asayîbûnê ya pandemiyê dike û got: “Pêşniyar û daxwazên tu aliyî esas nayên girtin. Navendên dan û sitendinê (AVM) tên vekirinê lê Meclîs girtî ye. Meclîs çima girtî ye? Ravekirina vê yekê heye gelo? Nexwê tişta ku tê xuyakirin li holê pêvajoyek asayîbûnê nîne. Divê ku Meclîs ji bo rojeva şewbê demildest bicive.” 

MUDAXILEYA LI DIJÎ SAZIYÊN MUXALÎF 

Gunayê bal kişand ser saziyen wek baroyan, odeyên pizişkan û odeyên endezyar û avahîsazan ên ku Serokkomar wan hedef dabû nîşandan û yên ku wek wan nafikirin û bi ya wan nakin  û got ku wan dixin armanca xwe û ew ê li cem van saziyan cih bigirin û li dijî van armancên îqtîdarê paşde gav neavêjin. 

‘RÛPOŞA ÎQTÎDARÊ KET’ 

Gunayê bal kişand ser revandina endama meclîsa partiya wan Buşra Kûyûn û got: “Em van sepandinan baş nas dikin. Dixwazin dîsa sepandinên salên 90’î bixin dewrê. Lê polîtîkaya we eşkere bûye. Rûpoşa îqtîdarê bi van sepandinan êdî ketiye.” 

‘DIVÊ BUTÇE WERE GUHERTIN’ 

Gunayê bal kişand ser rewşa aborî û rewşa debara xelkê ya di vê pêvajoyê de û wiha got: “Li Tirkiyê rûxandinek aborî pêk tê. Ji bo ku ev rûxandin were tamîrkirin divê Meclîs demildest gav biavêje. Divê li ser butçeya sala 2020’an dîsa were axivîn û were guhertin. Lazim e qismek butçeya Serokkomariyê ji bo esnafan û xizanan were veqetandin û dabînkirin.”