Artêşa Hefter gelek cebilxane û 2 firokeyên Tirkiyê rûxandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315639-artêşa_hefter_gelek_cebilxane_û_2_firokeyên_tirkiyê_rûxandin
Hêzên Xelîfe Hefter ya bi navê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê gelek cebilxane û çekên pêşketî yên dewleta Tirkiyê ku di vê dawiyê de ji hikumeta El-Wîfaq re şandibûn, di hedefgirtina nuqteyên wan li bajarê Mesratayê de rûxandin, her wiha artêşa Hefter 2 firokeyên bêpîlot jî xistin xwarê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 08, 2020 19:55 Asia/Tehran
  • Artêşa Hefter gelek cebilxane û 2 firokeyên Tirkiyê rûxandin

Hêzên Xelîfe Hefter ya bi navê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê gelek cebilxane û çekên pêşketî yên dewleta Tirkiyê ku di vê dawiyê de ji hikumeta El-Wîfaq re şandibûn, di hedefgirtina nuqteyên wan li bajarê Mesratayê de rûxandin, her wiha artêşa Hefter 2 firokeyên bêpîlot jî xistin xwarê.

Çapemeniya şer a girêdayî Fermandariya Giştî ya Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku rêzederbeyên asîmanî depoyên çek û cebilxane hedef girtin, ji wê zêdetir jî gelek derbeyên asîmanî li mezreyên ku nuqteyên wan koman in ên li herêma Qedahiyê ya başûrê Boqerînê, dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev operasyonên asîmanî ji xebata çeka asîmanî ya artêşa Lîbyayê ye ku çalakiya "Tiyor El-Ebabîl" pêk tîne ku hê jî heta vê kêliyê li dijî nuqteyên hêzên El-Wîfaq berdewam e.

Çavkaniyên leşkerî piştrast kir ku depoyên cebilxane û çekên pêşketî yên Tirkiyê ku di vê dawiyê de ji hêzên El-Wîfaq re hatin şandin ku li dijî hêzên artêşa Hefter şer bikin, hatin bombebarankirin.

Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê firokeyeke bêpîlot a duyemîn a dewleta Tirkiyê di navbera 2 saetan de li nêzî baregeha El-Wetiyê xist xwarê.

Berdevkê artêşê Ehmed El-Mismarî di civîneke çapemeniyê de soza "surprîzan" dabû Erdogan û çekdarên wî û piştrast kiribû ku dê di tevahî planên wî yên di çarçova parçekirina Lîbyayê de têk biçin.