Dewleta Tirkiyê leşkeran dişîne Idlibê
May 08, 2020 17:52 Asia/Tehran
Dewleta Tirkiyê ku gelek deverên Sûriyê dagir kiriye ji saetên sibê ve leşkerên nû şdişîne Idlibê. Di nava 3 mehan de derdorî 10 hezar leşkerên Tirkiyê li herêmê hatine bicihkirin.
Konvoya leşkerên Tirkiyê ji saetên sibê ve li ser Deriyê Sînor ê Kefer Losîn ê Îskenderûnê re derbasî Idlibê dibe.
Hate ragihandin ku konvoyê ber bi nuqteyên çavdêriyê yên dewleta Tirkiyê ku li Sûriyê avakiribûn ve ketine rê.
Dewleta Tirkiyê di dema şewba koronayê de ji bo Idlibê 6 hezar û 600 wesayîtên zirxî û derdorî 10 hezar û 300 leşker sewqî Idlibê kirine.
Mala Çavdêriyê a Mafê Mirovan (SOHR) jî ragihandibû ku ji 2’yê Sibata 2020’ê û vir ve 6 hezar û 465 wesayîtên zirx û 10 hezar û 300 leşkerên Tirk sewqî Idlib û Helebê hatine kirin.