Nirxê lîraya Tirkiyê beramber dolarê Amerîkayê dadikeve
Piştî ku şîrketên bazirganî şîroveyên karbidestekî Banka Navendî wek veşartina kêmbûna rezervên Enqere nirxandin, nirxê lîraya Tirkiyê duh pençşemê hember dolara Amerîkî ket asta herî nizim,
Kêmbûna nirxê Lîraya Tirkiyê ya duh ku her dolareke amerîkî bû 7.25 lîraya tirk, ji daketina herî nizim ya krîza diravî ya 2018an jî derbaz bû.
Di saet 08:00 pêncşemê sibeyê de li Londonê de lîra li ser 7.24 rawestîya, di rojê da 0.5% daket û giheşte asta nizim ya Tebaxa 2018an. Îsal nirxê lîreya tirkî di bin givaşa pandemîya COVID-19ê de, ku li Tirkîyê bûye sedema mirina 3,584 kesan, %18 kêm kir.
Wezîrê Darayî yê Tirkîyê Berat Albayrak, di peywendîyeke telefonî ya digel bazirganan de, roja Çarşemê di dema ketina nirxê lîraya Tirkiyê de, berevanîya polîtîkayên Enqerê kir û li gor beşdarvanên peywendîyê, wî gotiye ku rezervên Tirkîyê ji têrê zêdetir in.
Li gor beşdarvanên peywendîyê, Albayrak gotiye ku ew hêvîdar e ku jibo hêla guhertinê bo fînansmana diravên bîyanî peymanekê çêke, lê wî kêm hûrgilî dane.
Lêbelê, bazirgan ditirsin ku Tirkîye di çareserkirina krîza darayî da rûbirûyê tengahîyan be.