Li Tirkiyê 57 kesên din jî bi Koronayê mirine
May 08, 2020 16:39 Asia/Tehran
Wezîrê Tendirustiya Tirkiye Fexredîn Koca aşkere kir di maweya 24 saetên dawî li Tirkiyê 57 kesên din bi vîrusa Koronayê mirine û 1,977 kes jî bi Koronayê ketine.
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê li ser tora medyaya civakî ya Twîtterê aşkere kir di maweyê 24 saetên dawî de li Tirkiyê 57 kesên din jî bi Koronayê ketine û hezar û 977 kes jî bi wê vîrusê ketin û 4 hezar û 782 kes jî baş bûne.
Li gor amarên dawî yên Wezareta Tendirustiya Tirkiyê heta niha jimara pêketiyên Koronayê li Tirkiyê gihiştiye 133 hezar û 721 kesan û jimara qurbaniyên Koronayê jî gihiştiye 3 hezar û 641 kesan. Herwiha 82 hezar û 984 nexweşên Koronayê piştî wergirtina tedawî û çareseriya pizîşkî baş bûne.