Amara tûşbûna bi koronayê li Tirkiyê hate ragihandin
May 07, 2020 19:48 Asia/Tehran
Li Tirkiyê di maweyê rojekê de 57 kesan bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dan û 1,977 kes jî bi koronayê ketin.
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca, li hejmara xwe ya Twîtterê, dawîn amarên qurbanî û pêketina bi vîrusa koronaya nû COVID-19 aşkere kirin.
Li gor zanyariyên ku Koca belav kirine, di maweyê 24 saetan de 57 kesan bi COVID-19ê canê xwe ji dest dan û 1,977 kes jî bi wê vîrusê ketin û 4,782 kes jî baş bûn.
Li gel dawîn amaran, hejmara pêketiyên koronayê li Tirkiyê gihişt 133,721 û hejmara qurbaniyên koronayê jî gihişt 3,641 kesan.
Herwiha heta niha 82,984 nexweşên koronayê piştî wergirtina çareseriya pizîşkî baş bûne.