Amara tûşbûna bi koronayê li Tirkiyê hate ragihandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315611-amara_tûşbûna_bi_koronayê_li_tirkiyê_hate_ragihandin
Li Tirkiyê di maweyê rojekê de 57 kesan bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dan û 1,977 kes jî bi koronayê ketin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 07, 2020 19:48 Asia/Tehran
  • Amara tûşbûna bi koronayê li Tirkiyê hate ragihandin

Li Tirkiyê di maweyê rojekê de 57 kesan bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dan û 1,977 kes jî bi koronayê ketin.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca, li hejmara xwe ya Twîtterê, dawîn amarên qurbanî û pêketina bi vîrusa koronaya nû COVID-19 aşkere kirin.

Li gor zanyariyên ku Koca belav kirine, di maweyê 24 saetan de 57 kesan bi COVID-19ê canê xwe ji dest dan û 1,977 kes jî bi wê vîrusê ketin û 4,782 kes jî baş bûn.

Li gel dawîn amaran, hejmara pêketiyên koronayê li Tirkiyê gihişt 133,721 û hejmara qurbaniyên koronayê jî gihişt 3,641 kesan.

Herwiha heta niha 82,984 nexweşên koronayê piştî wergirtina çareseriya pizîşkî baş bûne.