Li Dêrsimê di navbera PKKê û leşkerên Tirkiyê de şer derket
May 07, 2020 07:05 Asia/Tehran
Li parêzgeha Dêrsimê li Tirkiyê, duh Çarşemê di navbera grûpeke gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de şer derket. Li gor agahiyan, di şer û pevçûnan de 3 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane.
Walîtiya Dêrsimê têkildarî bûyerê daxuyaniyek belav kir û têde ragihand ku şer di dema lidarxistina operasyonekê de li navçeya Pulurê çêbûye, ku ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan a Dêrismê ve hatibû destpêkirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê de tê îdiakirin ku di encama pevçûnan de 3 gerîlayên PKKê hatine kuştin û hêzên wan dest danîne ser çekeke M-16, 2 çekên klaşînkov û hin melzemeyên din.
Walîtiya Dêrsimê herwiha destnîşan kiriye, ku li herêmê operasyona hêzên ewlekariyê didome.
Têkildarî vî şerî li Dêrsimê, PKKê hêj ti daxuyaniyek nedaye.