Odeyên Pizişkan ên Herêmên Kurdnişîn: Em ê bicihanîna pêwîstiyên pizişkiyê berdewam bikin
Odeyên Pizişkan ên Herêmên Kurdnişîn li Tirkiyê, diyar kirin ku li gel lêpirsîn û zextên li ser xwe jî têkoşîna xwe ya li dijî vîrûsê û bicihanîna pêwistiyên bijîjkiya baş berdewam bikin.
Odeyên Pizişkan ên Herêmên Kurdnişîn li Tirkiyê, diyar kirin ku li gel lêpirsîn û zextên li ser xwe jî têkoşîna xwe ya li dijî vîrûsê û bicihanîna pêwistiyên bijîjkiya baş berdewam bikin.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Odeyên pizişkiyê ên Agirî, Semsûr, Êlih, Bedlîs, Amed, Mêrdîn Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wan-Colemêrgê, têkildarî lêpirsîn û zextên li ser rêveberên xwe daxuyaniyeke hevpar dan.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Yekitiya Pizişkên Tirkiyê (TTB) û odeyên pizişkiyê, di têkoşîna li dijî vîrûsê de li cem kedkarên tenduristiyê cih girtine û ji pirsgirêkên wan re li dû çareseriyê geriyane.