HDP’ê xwest butçeya 2020’an were guhertin
HDP’ê ji bo guhertina butçeya sala 2020’an teklîfa qanûnê pêşkêşî Meclîsê kir û xwest ji vê butçeyê destek ji bo esnafan were terxankirin.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê ji Enqerê, HDP’ê ji bo ku li dijî vîrûsa koronayê bi armanca ewlehiya aborî ji bo welatiyan were dabînkirin, 10 xal ji “Daxwaza Pêşnûmeya Derbarê Qanûna Butçeya Sala 2020'an” de pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kir.
Di hênceta teklîfa ku bi îmzeya endamên Komîsyona Plan û Butçe ya HDP’ê hat amadekirin de hat diyarkirin ku ji ber şewbê welatî li gel tengezariyên tenduristiyê bi tengezariyên gelek mezin ên aborî re rûbirû mane.
Di teklîfê de hat destnîşankirin ku di pêvajoya şewbê de her ku diçe kêşeya aborî kûr dibe û veguheriye krîzekê û ji bilî sermayeya alîgir a ji sedî 1’ê ku nêzî îqtîdarê ye beşên mayî bi tengezariyên cidî yên aborî re rûbirû mane.
‘ÇAVKANIYÊN WELÊT TÊN ÎSRAFKIRIN’
Di hênceta teklîfê de hat diyarkirin ku xelk nikare pêdiviyên xwe dabîn bike û wiha hat gotin: “Rejîma yek-zilamî bi salane li welêt ji ber polîtîkayên îsraf dike, çavkaniyên gelemperî qedandiye. Heke ku çavkaniyên butçeya sala 2020’an ji bo pêdiviyên bingehîn ên xelkê bihata veqetandin, wê rewşek wiha pêk nehata û wê ji bo xelkê destekek ku cihêkarî nehata kirin bihata dabînkirin.”
Di teklîfê de hat diyarkirin ku pêwîst e tercîhên xerckirina butçeya sala 2020’an were guhertin û Meclîs di vî warî de pêngav biavêje û wiha hat gotin: “Butçeya sla 2020’an butçeya qesr, sermaye û şêr e.”