Dewleta Tirkiyê amadekariya êrişên li ser Terhûnayê ya Lîbyayê dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315536-dewleta_tirkiyê_amadekariya_êrişên_li_ser_terhûnayê_ya_lîbyayê_dike
Dewleta Tirkiyê keştiyên şer ku bi hezeran çeteyên ji Sûriyê tê de bûn ber bi beravên Lîbyayê ve şandin da ku dest bi êrişa leşkerî ya li ser bajarê Terhûnayê bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 05, 2020 11:24 Asia/Tehran
  • Dewleta Tirkiyê amadekariya êrişên li ser Terhûnayê ya Lîbyayê dike

Dewleta Tirkiyê keştiyên şer ku bi hezeran çeteyên ji Sûriyê tê de bûn ber bi beravên Lîbyayê ve şandin da ku dest bi êrişa leşkerî ya li ser bajarê Terhûnayê bike.

El-Erebiya Net ragihand ku keştiyên şer ku çeteyên ji Sûriyê li ser bûn, di hefteya derbasbûyî de nav derya Sipî nêzîkî axa Lîbyayê sekinîn û paşê ji wê deverê bi rêya keştiyên masîvanan ew ber bi beravên Lîbyayê ve çûn.

Serbazekî artêşa Lîbyayê ji zarê masîgirekî ku çeteyên ji Sûriyê ber bi berava El-Qere Bollî ve biribûn, ragihand ku herî kêm 14 keştiyên masîgiran bi şev çete ber bi bejahiyê ve birin û her keştiyekî 4 caran çete li beramberî 500 dînarên Lîbyayê birin. Her wiha anî ziman ku tu çek bi çeteyan re tune bûn, cilên leşkerî li wan bûn û çenteyên biçûk bi wan re bûn. Komek ji çekdaran ew wergirtin û bi erebeyan birin.

Koma hêzên Xelîfe Hefter ya bi navê Artêşa Nîştîmanî ya Lîbyayê diyar kir ku liv û tevgerên hêzên El-Wîfaq ya Fayiz Sirac zêde bûne da ku êrişên leşkerî ên mezin li ser bajarê Terhûne (65 km rojhilatê Terablusê) di nava rojên pêş de pêk bînin. Êriş dê bi destekdayîna Tirkiyê ji babeta leşker û alavên leşkerî pêk were. Li gorî şopandinên herî dawî, li eniya El-Qere Bollî sewqiyatên leşkerî zêde bûne û komên çekdar li herêmên El-Nam, El-Deman El-Ictîmayî û nêzî mizgefta El-Nûr civyane.