DÊRSIM – Li cihê komkujiyê qurbanî hatin bibîranîn
Ji bo bîranîna qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê li wê devera ku 217 kes lê hatibûn kuştin, merasîmek hat encamdan.
Bi boneya 83mîn salvegera Komkujiya Dêrsimê, li Tirkiyê bi merasîmên cuda, qurbaniyên wê komkujiyê hatin bîranîn.
Endamên Platforma Demokrasî ya Dêrsimê jî li zinarên Halworî li nêzikî Çemê Munzurê ku roja 4ê Tebaxa 1938an 217 kes li wê deverê hatibûn kuştin, ji bo bîranîna qurbaniyan merasîmek encam dan.
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Dêrsimê Alîcan Onlu, Şaredarê Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglu jî di nav beşdarên wê merasîmê de bûn.
Beşdarên wê merasîmê piştî pêkanîna konferanseke rojnamevaniyê mûm vêxistin û ji wan zinarên ku bi sedan kes lê hatibûn kuştin, bi boneya bîranîna qurbaniyan qurnefil avêtin Çemê Munzurê.
Şaredarê Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglu ji Rûdawê re ragihand, tevî ku 83 sal bi ser re derbas bûne, heta niha jî gelek aliyên Komkujiya Dêrsimê nehatine zelalkirin û got, “divê dewlet vê bûyerê zelal bike, arşîvan veke û lêborînê bixwaze.”
Yek ji beşdarên wê merasîmê Guluzar Arslan jî ji Rûdawê re diyar kir, “Ew zulm hê jî berdewam e, her komkujî hebû û niha jî berdewam e.”
Bi xwendina kilameke bi Kirmanckî ji aliyê hunermend Metîn Kahraman ve ew merasîm bi dawî bû.